“Wê qanûna Qeyser bandorê li xebatên tunekirina terorê bike”

Tê gotin di despêka meha Hezîranê de, wê Amarîka Qanûna Qeyser li ser Sûriyê ferz bike.Ev yek jî ji niha ve bandora xwe daye xuyakirin û her roja derbas dibe, LS li pêşberî Dolarê Amrîkî nirxê xwe winda dike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku eger ev qanûn li ser herêmên wê jî were ferzkirin wê bandor li xebatên tunekirina terorîstan bike. Ji ber vê yekê bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku nehêlin herêmên têkoşîna li dijî terorê, ji van cezayan bandor bibin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, têkildarî ferzkirina cezayên Qanûna Qeyser, bi daxuyaniyekê helwesta xwe eşkere kir.

Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev 9 sal e aloziya Sûriyê didome û heta niha çareserî û lihevkirina siyasî tune ye.

Vê yekê bi xwe re bandoreke xeternak anî û rejîma Sûriyê berpirsa sereke ya vê tiştî ye.

Ji ber wê xwe bi şêwazê tundiyê girt û diyalog red kir.

Rêveberiyê anî ziman ku cezayên li ser Şamê hatin ferzkirin û nêzîkbûna bikaranîna Qanûna Qeyser wê bandorê li hemû hermên sûriyê bike.

Di nav de herêmên Rêveberiya Xweser jî parçeyek ji Sûriyê ye.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku bi ferzkirina cezayan li ser herêmên wan wê bandor li xebatên tunekirina terorîstan bike.

Ger cezayên wiha hebin bêguman ew ê ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê derfet be û wê dîsa tevahî cîhan têkeve xeteriyê.

Lewma divê tedbîrên parastina herêmê werin girtin û pê re têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng nebe.

Rêveberiyê bang li civaka navneteweyî, saziyên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku nehêlin herêmên têkoşîna li dijî terorê, ji van cezayan bandor bibin.

Rêveberiya Xweser anî ziman ku ew ê bi erka xwe rabe û nehêle ceza û Qanûna Qeyser bandorê li herêmên wê bike.

Her wiha bi rêya saziyên xwe wê rê li pêşiya keysbaziya vê aloziyê bigire.

Back to top button