Cenazeyê şehîd Mihemed Cefal li Hesekê hat oxirkirin

Li bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Mihemed Cefal bi merasîmekê hate oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Mihemed Emîn Cefal binasnav Basil Hesekê 19’ê Gulanê li bajarê Hesekê ji ber krîza dil şehîd bû.

Malbata û hevalên şehîd li Hesekê, piştî wergirtina cenazeyê şehîd berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar.

Li goristanê despêkê merasîmek leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve pêk hat.

Piştre nasnameya şehîd Basil Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

Back to top button