Li Amedê berxwedana li dijî dagirkirina şaredariyan didome.
Ev 17 roj in çalakiyên şermezarkirinê bênavber li dijî qeyûman tên lidarxistin.
Li dijî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 17’an de ye.
Girseya gel li Kolana Lîseyê li hev kom bû û siloganên “Amed rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” qîriyan.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr li vir axivî û got,
“Ev ne qeyûm in, ew waliyên mêtingeriyê ne.
AKADEMÎSYENÊN AŞTIYÊ PIŞTGIRÎ DAN NOBETA DEMOKRASIYÊ
Her wiha Nobeta Demokrasiyê jî ya li dijî erkdarkirna qeyûman hatî destpêkirin , di roja 17’emîn de ye.
Nobet bi silogana “Kî dize qeyûm dize” dest pê kir.
Akademîsyenên aştiyê û Hevserokê Giştî yê ÎHD’Ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.