Ji rojnamevan Silêman Ehmed 129 rojin agahî nayê girtin


Rojnamevan Silêman Ehmed ev 129 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Rojnamevan Birwa Ebdulrehman li ser revandina Silêman Ehmed axivî û got;“Pêwîste em wek rojnamevan hemû helwest nîşanî girtina Silêman Ehmed bidin.”
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê jî bi daxuyaniyek nivîskî ragihand girtina rojnamevan û çalakvanan li Dihokê fikaran zêde dike.

Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û ev 129 rojin agahî nayê girtin.

Lewma guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Tevî bangawazyên ji bo berdana wî jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Ehmed tu daxuyanî nedane.

“Divê hemû rojnamevan li dijî girtina Silêman Ehmed helwest nîşanbidin”

Rojnamevan Birwa Ebdulrehman li sermijarê axivî û diyar kir ku li Başûre Kurdistanê azadiya fikir û ramanê di astekî gelek xirab de ye û got:

“Ji bo ku desthilat kar û siyaseta xwe di ber çavan re derbas bike û rêzê ji mafê rojnamevan re bigire.

Pêwîste em wek rojnamevan hemû bi yek dengî helwestek cidî li dijî girtina rojnamevanan nîşanbidin.”

“Li Dihokê girtina rojnamevan û çalakvanan fikarên me zêde dike”

Têkildarî azdiya rojnamegerî û mafên mirovan li başûrî Kurdistanê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Konsolosxaneyê de wiha hate gotin:

“Di hefteya borî de karê çapemeniyê, girtina rojnamevan û çalakvanan li herêmê di nava binpêkirinê de bû.

Girtina rojnamevan û çalakvanan li Dihokê guman û fikarên me zêde dike.”

128 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button