DEM Partî li Şirnexê daxwaza mafê xwe dike

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de AKP’ê li Şirnexê gelek bêusulî kir.
Li dijî van bêusuliyên ku hatine kirin DEM Partî û gelê Şirnexê daxwaza mafê xwe dikin.
Ji bo wê jî DEM Partî ji bo hilbijatin were nû kirin ev 3’ê roje dest bi çalakiya rûniştinê kirine.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku îradeya gelê Şirnexê di hilbijartinê de hatiye desteser kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî li bajarê Şirnexê daxwaza mafê hevşaredarên xwe û gelê Şirnexê dike.

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de AKP’ê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr veguhest Şirnexê û gelek hîle kir.

Di hilbijartinê de namzetê AKP’ê Mehmet Yarka di encama vê yekê de şarederî desteser kir

Lewma li dijî van bêedaletiyan û veguhestina dengan, nerazîbûna DEM Partiyê û gelê Şirnexê hene.

Di vê çarçoveyê de Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê daxwaz dike ku hilbijatin were nûkirin.

Şandeya DEM Partiyê li Şirnexê serdana çalakvanan kir

Ji ber wê jî li ber deriyê avahiya DEM Partiyê çalakiy rûniştinê hatiye destpêkirin.

Çalakî di roja 3’yemîn de ye.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û parlamenterên DEM Partiyê serdana cihê çalakiyê kirin.

Tulay Hatiomgullari: Wê diziya AKP-MHP’ê derbasî dîrokê bibe

Tulay Hatîmogûllari li wir daxuyaniyek da û got:

Îradeya gelê Şirnexê di hilbijartinê de hatiye desteser kirin.

Wê ev diziya desthilata AKP-MHP’ê wisa derbasî dîrokê bibe.”

Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku desthilatê bi alîkariya hêzên leşkerî şaredariya Şirnexê xistiye bin desthilata xwe û got:

“Namzetê AKP’ê bi alîkariya diziya ku hatiye kirin bi serketiye.

Lewma divê bizanibe gelê Şirnexê wî naxwaze ji ber wê em li vir banga li wî dikin ku îstîfa bike.”

Durûtiya lijneyên hilbijartinê: îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin

Back to top button