Li bajarê Colemêrgê ji 44 kesên hatibûn binçavkirin 14 hatin girtin

Faşîzma AKP-MHP’ê li navçeya gever a Colemêrgê welatiyên ku li dijî xespkirina şaredariya Wan çalakî li darxistin 44 kes binçavkir ji wan jî 14 kes hatin girtin

Li navçeya Gever a bajarê Colemêrgê polîsên dewleta Tirk a dagirker 44 kesên ku tevlî çalakiyên xwepêşandanê ji bo şermezarkirina vîna xelkê Wanê daketibûn qadê binçavkir.

Kesên hatin binçavkirin piştî ku îfadeya wan li Miduriyeta Polîsan a Geverê hate girtin ji bo serdozgeriya bajêr hatin vegûhestin û serdozgeriyê jî derbarê 14 kesan de biryara girtinê da.

Li Wanê ji bo girtina Mûhammet ji ber xwe ve sûcek afirandine

Li Wanê di dema çalakiyên şermezaririna qeyûm Mûhammet Orhan ê 17 salî bû hate biçavkirin.

Mûhemmet Orhan ji ber ku di dema binçavkirinê de ji kamerayan re dikeniya ji aliyê raya giştî ve weke ‘Zarokê rû li ken’ hate pênasekirin.

Dadgehê têkildarî Mûhammet Orhan îdîa kir ku “endamê rêxistiê ye” derbarê mihemmed de biryara girtinê da.

Li Stenbolê 3 rojnamevan 132 kes hatin binçavkirin

Li stenbolê jî 3 ji rojnamevan 132 kes hatin binçavkirin. Binçavkirina rojnamevan û welatiyan didome.

Back to top button