Li Wanê di nava du rojan de çi bû

Di çalakiyên protestoyê yên yên li Wanê, di nava 2 rojan de nêzi 350 kes hatin binçavkirin.
Bêtîrî 400 kesan ji ber tundî, guleyên plastîk, avêtina bombeyên xaza îsotê ji cihên cuda ên bedenên xwe birîndar bûn.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Wanê diyar kirin ku ew pêvajoya hiqûqî ya binçavkiriyan dişopînin.

Di nava 2 rojan de li Wanê çi bû.

Desthilata AKP-MHP’ê hewil dan ku îradeya gelê Kurd ya li Wanê desteser bikin.

Li dijî darbeya hilbijartiyê ya AKP’ê li Wanê di 2 rojan de, bi deh-hezaran welatî daketin kolanan û çalakiyên protestoyê li dar xistin.

Li ser fermanan faşîzma Tirkiyê polîsan êrişî gel kir û pevçûnên giran rû dan.

Lê tevî hemû hewildanên desthilata Tirkiyê jî, gelê Wanê dev ji îradeya xwe bernedan û bi ser ketin.

400 kes birîndar bûn 350 kes hatin binçavkirin

Di çalakiyên protestoyê de, li gorî agahiyên bi dest ketine bêtirî 400 kes birîndar bûn.

Her wiha 350 kes jî hatin binçavkirin.

Rêveberiya polîsan a Wanê û qereqolên bajar bi binçavkiriyan tije bûn.

Piştî binçavkirinan jî, polîsan dest bi girtian îfadeyên binçavkiriyan kir.

Îro serê sibê 60 kes piştî karûbarên îfadeyê, yên emniyetê, sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 26 kes bi îdiaya endamtiya rêxistinê ye sewqî Dadgeriya Cezayên Giştî kir.

Bi vê re jî dadgeriyê biryara girtina 26 kesan da.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Baroya Wanê: Em rewşê dişopînin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Wanê maseya kirîzê ava kirin diyar kirin ku ew pêvajoya hiqûqî ya binçavkiriyan dişopînin.

Savaş Avci’ê derbarê geşedanan de, hin agahî parve kirine û wiha got:

“Kesên di pêvajoya çalakî û xebatên hatine kirin de, hatine binçavkirin wek hiqûqî têne şopandin.

Giliyên di çarçoveya muameleya xirab û îşkenceyê de hatine kirin, tên şopandin.

Em ê wek hiqûqnas vê yekê gilî bikin.”

Back to top button