Li Wanê welatiyan dikanên xwe venekirin û li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP-MHP’ê bi tevlîbûna deh-hezaran dest bi meşê kirin.
Beriya meşê, Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî civînek li dar xist û paşê ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ve meşiyan.
Li wir Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê anîn ziman kes nikare îradeya xelkê Wanê xesp bike û gotin: “Heta ku biryareke erênî tê dayîn, em ê vê tekoşîne li gel xelkê Wanê bidomînin.”
Her wiha di keliyên meşê de piştî ku polîsên Tirk êrişî gel kir, kolan veguherîn qada berxwedanê û rageşî dewam dike.
“Em Kurd in, tu nikarî me tune bihesinî”
Bi vê bertekê ji doh ve li dijî kemîn û darbeya siyasî, di serî de li Wanê gelê Kurd li qadan e û xwedî li vîna xwe derdikeve.
Piştî namzetiya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat betalkirin, gel dest bi xwepêşandanan kir.
Tevî ku polîsan serî li tundiyê da, celkê Wanê heta serê sibehê kolan vala nehiştin û li ber xwe dan.
Xelkê Wanê dikanên xwe venekirin û li dijî darbeya hilbijartinê meşiyan
Bertekên li dijî nedayîna mazbataya Hevşaredar Abdullah Zeydan îro jî dewam kirin.
Welatiyan dikanên xwe venekirin û ji 7 noqtayên bajêr li dijî darbeya hilbijartinê ya AKp-MHP’ê dest bi meşê kirin.
Beriya meşê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî civînek li dar xist
Beriya meşê, Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê a Wanê civînek li dar xist.
Piştî civînê bi tevlîbûna deh-hezaran ber bi navenda bajar ve meş hat lidarxistin.
Girseya ku gihişt li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî da
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Kes nikare îradeya xelkê wanê xesp bike
Li wir Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatiomogullari axivî ûn anîn ziman kes nikare îradeya xelkê Wanê xesp bike,
Ji Hevserokan Tuncer Bakirhan got
Hesabên li tarîtiyên Enqereyê de hatine kirin, neçarin ku li dîwarê Keleha Wanê bikevin û parçe parçe bibin
Bakirhan bang li Lijneya Bilind a Hilbijartinê kir ku nebin vê amûra darbeya siyasî.
DEM Partî: Heta ku biryareke erênî tê dayîn em ê li Wanê bin
Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir heta Abdullah Zeydan mazbataya xwe negirê wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:
Me civîna Lijneya Rêveberiya Navendî MYK’ê li vir li dar xist.
Heta ku biryareke erênî tê dayîn, em ê tevî koma MYK’ê, PM’ê û parlamenterên vê tekoşîne li gel xelkê Wanê bidomînin.
Piştî daxuyaniyê deh hezaran welatî ber bi Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ya li Edliyeya Wanê ve meşa xwe domandin
Polîsan êrişî gel kir: Kolan veguherîn qada berxwedanê
Li wir polîsên Tirk bi bombeyên gazê û guleyên plastîk parlamenter jî di nav de careke din êrişî gel kir.
Piştî wê kolan veguherîn qada berxwedanê û rageşî dewam dike.
Li Amedê protestoya Wanê
Her wiha ji bo piştgiriya berxwedana gelê Wanê û şermezarkirina xespa vîna hilbijeran welatiyên Amedê jî bi konvoyan rê li trafîkê girtin û darbeya siyasî bi lêxistina kornayan hate şermezarkirin.