Çalakiya girtiyan di qonaxa nû de, roja 130’an de ye

Çalakiya girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Rêber Apo, di roja 130’an de ye.
Dîlgirtiyên azadiy ku çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin gotin: “Em dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê boykot dikin.”

Çalakiya girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Rêber Apo, di roja 130’an de ye.

Çalakiya ku 27’ê Mijdara 2023’an, weke greva birçîbûnê destpêkiribû bi boneya 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêber Apo derbasî qonaxeke nû bû.

“Em dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê boykot dikin”

Dîlgirtiyên azadiyê qonaxa nû a çalakiyê bi daxuyaniyekî ragihandin û gotin:

“Ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.”

Nobeta Edaletê: 4’ê Nîsanê vejîna gelê Kurd e

Li aliyê din çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin jî, bi heman biryardariyê dewam dike.

Jinên di çalakiyê de, îro bi boneya roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo axivîn.

Jinan 4’ê Nîsanê wekî “jinûve vejîna gelê kurd” bi nav kirin, bang li her kesî kirin ku xwedî li têkoşînê derkevin.

Ji xizmên girtiyan Fînce Akmanê ji bo 4’ê Nîsanê got:

“Ev rojbûn, rojbûna gelê kurd e. Divê were zanîn ku li tu devera cîhanê kesekî wekî Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û welatê xwe li ber xwe nedaye.

Divê em layiqî vê ronahiyê bin ku daye me. Ji ber vê yekê, rojbûna wî ji bo gelê kurd watedar û girîng e.”

Dawiyê kesên axivîn anîn ziman ku pêwîst e hemû kurd xwedî li Rêber Apo derkevin.

Ji ber ku wî miletekî razayî şiyar kir. Bi saya wî me xwe nas kir.”

Girtiyên PKK û PAJK’ê çalakiya greva birçîbûnê derbasî qonaxeke nû kirin

Back to top button