HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a Meha Adarê eşkere kir.
Navendê diyarkir ku gerîla di vê mehê de 14 operasyonên şoreşgerî pêkanîne di van operasyonan de 43 dagirker hatin kuştin,11 dagirker birîndar bûn û 2 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a Meha Adarê eşkere kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê meha Adarê û cejna vejînê Newroz bi coşeke mezin û bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Doganan pêşwazî kirin û got:

” Gerîlayên me ji eyaletên Bakurê Kurdistanê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê, li her derê bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşîna xwe dewam dikin û di meha Adara 2024’an de jî gavên girîng avêtin.

19’ê Adarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Zapê bi Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Ciwan-Şehîd Andok derbeke giran li dagirkeran hate xistin.

Hêzên me cejna Newrozê bi operasyoneke şoreşgerî bi rengekî watedar pêşwazî kirin,

Me di newrozê de ragihand ku gihiştîne hêz û hûnera xistina balafirên bêmiro ên bombebarkirî.

Gerîla bi rihê kawayê hemdem bersiv dide pêvajoyê”

HPG: 14 çalakiyên gerîla de 43 dagirker hatin kuştin 11 jî birîndar bûn

Navêndê diyar kir ku gerîla di meha Adarê de 14 operasyonên şoreşgerî pêkanîne.

Di van operasyonan de 43 dagirker hatin kuştin 11 jî bîrîndar bûn

Ekîn Rodî û Canşêr Şêrawa ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve meşiyan, gihîştin şehadetê

Navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dazanîn ku dagirkeriya tirk 226 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopter, 15 caran bi dronên bombebarkirî, 9 caran bi teqemeniyên qedexekiriî li dijî gerîl êriş pêk anîne

Her wiha navendê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gerîla di operasyonên şoreşgerî de Çekek nîv otomatîk a BKC, 15 fîkên wî, zincîra wî, Çekek Roket avêj a B7 sîstema deng, durbîna rojê, termalek îmha kirine

Navendê di dawî de diyar kir ku hêzên wan 3 Konteynir, 7 çeper sîstemek radarê 12 kamereyên mobesê 8 projektor, 2 kon di van operasyonan de îmha kirine.

Back to top button