Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya hevriyê xwe Heqî Qerar eşkere kir.
HPG’ê got, hevrêyê wan Heqî şeva 29-30’ê Gulanê, di kemîn û êrişa hêzên Îranê de şehîd bû.
HPG’ê têkildarî êrişa hêzên Îranê û şehadeta hevrê Heqî dibêje:
Şeva 30’ê Gulanê komek ji hevalên me li nêzî herêma Qeleniyê dema hewl dan ku çem derbas bikin, bi rengekî xayin ketin kemîn hêzên Îranê.
Leşkerên rejîma Îranê êrişî hêzên me kirin, di vî şerî de hevrêyê me Heqî Qerar şehîd bû û 2 leşkerên Îranê jî birîndar bûn.
HPG’ê got, ev kemîn û şehîdxistina hevalê me cihê fikaran e.
Her wekî li ser kesayeta şehîd Heqî jî ev tişt got:
Hevrê Heqî li Efrîna ku bi têkoşer, berxwedêr û lehengên xwe tê naskirin çavên xwe li jiyanê vekir û bi rastiya têkoşînê mezin bû.
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî li nav derdoreke welatparêziyê maye.
Hevrêyê Heqî, şahidî ji pêvajoya dîrokî ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava re kir, bi biryardariya meşa azadiyê sala 2016’an beşdarî nava refên şoreşê bû.
Bi vî rengî wekî yek ji ewladên evîndarê azadiyê yê Efrînê dest bi rêwîtiya têkoşînê kir.
HPG’ê sersaxî ji malbata şehîd Heqî re xwest û li ser nasnameya wî ev agahî dan.



