Komeke çekdar ên nenas bi ser postexaneya sereke ya bajarê Cebleyê yê Laziqiyê de girt.
li wir komê pereyên karmend û karbesan dizîn û navend talan kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand ku komeke çekdarên nenas bi ser Postexaneya sereke ya li bajarê Cebleyê yê Laziqiyê de girtin:
Li wir pereyên karmend û karbesan ji xezaneyan dizîn.
Li gorî tê gumankirin zêdetirî 80’ê milyon lîreya Sûriyeyê hatiye dizîn.
Di encamê de navend ji ber talanî û xirabkirinê bi temamî ji xizmetê derket.
Vê yekê di nava şêniyan de, nemaze li nav karbesên ku ji sibehê ve ji bo fonê xwe yên mehane hatibûn, matmayî man û nerazîbûneke mezin çêkir.
Wan deriyên girtî dîtin, karmendên navendê ji wan re got herin û piştre vegerin.



