Li Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê konferansa “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” destpê kir.
Nûnerên gelek, partî û rêxistinên siyasî li ser paşeroja Îranê, demokrasiya û mafên gelan nîqaş kirin.
Di konferansê de PJAK jî pêşniyara xwerêveberiya demokratîk kir.
Li Brukselê, di navenda Parlamenta Ewropayê de konferansa bi navê “Em Îraneke demokratîk bi hev re ava dikin” bi beşdarbûna gelek hêzên siyasî û civakî destpê kir.
Armanca konferansê afirandina zemînek ji bo diyalogê, xurtkirina hevkariyê di navbera hêzên demokratîk de û nîqaşkirina modelên paşeroja demokratîk a Îranê ye.
Hezên siyasî û civakî yên Îranê li Brukselê ji bo paşerojeke demokratîk civîn
Di destpêka konferansê de gelek parlamenterên Ewropayî bal kişandin ser girîngiya piştgiriya gelên Îranê.
Wan got, demokrasiya, azadî û mafên mirovan divê bibin bingeha her çareseriyekê.
Di panela yekem de, nûnerên Kurd, Belûc, Ereb û Tirkmenan li ser rola gel û civakan di avakirina Îraneke nû de axivîn.
PJAK: Em xwerêveberiya demokratîk pêşniyar dikin
Endamê Konseya Serokatiyê ya PJAK’ê Siyamend Moini jî di axaftina xwe de got;
Îran di qonaxeke gelek krîtîk de derbas dibe.
Em xwerêveberiya demokratîk pêşniyar dikin.
PJAK: Kurdistan navenda guherîna siyasî ya Rojhilata Navîn e
Wî destnîşan kir ku projeya xwerêveberiya demokratîk dikare rêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û neteweyî yên welêt pêşkêş bike.
Moini got, Kurdistan di salên dawî de pêşengiya gelek tevgerên demokratîk kiriye û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” nîşan da ku gelan dixwazin pergala zordar û navendperest biguherînin.
Her wiha bang li hêzên demokratîk kir ku li ser bingeha mafên wekhev, hurmeta cihêrengiyan û demokrasiyê hev bikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Siyamend Moini got;
Paşerojeke aram û demokratîk ji bo Îranê tenê bi diyalog, hevkariyê û pêşengiya hêzên demokratîk dikare were avakirin.



