Sekreterê giştî yê NY hişyarî da ku zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn dikare derfetên aştî û aramiyê li Sûriyê têk bibe.
Antonio Guterres bang li aliyan kir ku agirbestê biparêzin û rê li ber berfirehbûna şer bigirin.
Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di civîna Konseya Ewlekariyê de li ser rewşa herêmê axivî.
Guterres got, her zêdebûna şer û ne aramî li herêmê dê rasterast bandorê li ser Sûriyeyê bike.
Wî destnîşan kir ku gelê Sûriyeyê piştî zêdetirî 13 salan ji şer û alozîyan, niha dest bi hêviyek nû ya ji bo aştiyê û aramiyê kiriye.
Sekreterê giştî yê NY’ê her wiha piştgirî da prensîba ku çek divê tenê di destê dewleta Libnanê de bimînin.
Banga pabendiyê bi agirbestê û serdestiya Libnanê
Wî bang li hemû aliyan kir ku pabendî peymana agirbestê bibin û li gorî biryara 1701 ya NY ji bo parastina serdestî, yekparbûna axê û serxwebûna Libnanê bixebitin.
Guterres di dawiya axaftina xwe de pêşwaziya dirêjkirina sê hefteyan a peymana agirbestê ya di navbera Libnan û Îsraîlê de kir û got;
Ev gav dikare derfeteke nû ji bo diyalog û kêmkirina rageşiyê biafirîne.



