PENTAGON: DI MIJARA S-400 DE HELWESTA ME NE GUHERIYE

Mark Esper ê ku bi wekalet Wezareta Parastinê ya Emerîkayê birêve dibe têkildarî girtina Tirkiyê ji sîstema parastinê ya hewayê S-400 a re axivî û got helwesta Emerîka ya di vê mijarê de nehatiye guhertin.

Esper ragihand ku têkildarî mijarê wê saetên pêşiya me bi rêya telefonê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hûlîsî Akar re baxive.

Kongreya Amerîkayê jî nerazîbûn nîşanî mijara navborî da .

Senatorê Partiya Demokratk  Marylandê Chrîs Van Hollen li ser Twîtterê daxuyanî da û got, Tirkiyê tercîha herî xirab a ku mutefîkek neke, kir.

Hollen diyar kir ku eger Tirkiyê dev jî vê pêngava xwe bernede wê balafirên F-35’an negre.

Berdevkê Kremîlnê Dîmîtrî Peskov jî got; “Her tişt li gorî peyman û lihevkirina hatî îmzekirin bi awayekî guncaw tê birêvebirin.”

Leave a Reply

Back to top button