Ji Rojnamevan Silêman Ehmed 130 rojin agahî nayê girtin

130 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed tune.
Têkildarî maf û azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê, Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek da û got:”Girtina rojnamevan û çalakvanan li Dihokê guman û fikarên me zêde dike.
“Her wiha rojnamevan Lenya Bextiyar jî li heman mijarê got:”Binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed, dikeve çarçoveya bêdengkirin û rêgirtina li karê rojnamevaniyê de.”

Rojnamevanê Rojnews’ê Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û ev 130 rojin agahî jê nayê girtin.

Lewma guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Tevî bangawazyên ji bo berdana wî jî rêveberiya PDK’ê heta niha têkildarî Silêman Ehmed tu daxuyanî nedane.

Amerîka: Girtina Rojnamevanan fikarên me zêde dike

Têkildarî azdiya rojnamegerî û mafên mirovan li başûrê Kurdistanê Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Konsolosxaneyê de wiha hate gotin:

“Di hefteya borî de karê çapemeniyê, girtina rojnamevan û çalakvanan li herêmê di nava binpêkirinê de bû.

Girtina rojnamevan û çalakvanan li Dihokê guman û fikarên me zêde dike.”

Rojnamevan Lenya Bestiyar: PDK dixwaze dengê azadiyê bitepisîne

Her wiha têkildarî heman mijarê, rojamevan Lenya Bextiyar jî axivî.

Rojnamevan Lenya Bextiyar anî ziman ku revandina Silêman Ehmed isbateke ku li Başûrê Kurdistanê hîn azadiya rojnamevaniyê çênebûye û wiha got:

“Ger diyardeya binçavkirina rojnamevanan bi vî awayî dewam bike, wê li Herêma Kurdistanê rewş xirabtir bibe.

Bi binçavkirina rojnamevan Silêman Ehmed dixwazin dengê azad bêdeng bikin û rê li karê rojnamevaniyê bigirin.

Her wiha dixwazin bi vê yekê rojnamevanan û civakê bitirsînin.”

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 129 rojin agahî nayê girtin

Back to top button