Tevgera Azadî: Jîngeha Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tê wêrankirin

Tevgera Azadî bi boneya roja Jîngeha Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û got ku Jîngeha cîhanê dibin xeteriya hilweşînê deye.

Desteya Jîngehê a Tevgera Azadî bi boneya roja Jîngehê ya Kurdistanê peyamek belavkir.

Tevgera Azadî diyar kir Jîngeha cîhanê dibin xeteriya hilweşînê deye û got:

“Tekane rêya parastina mirovahiyê ji vê xeteriyê, bicihanîna felsefe û sîstema Rêber Apo ya ku ji bo cîhanê pêşniyarkiriye. ”

Di daxuyaniya xwe de Tevgera Azadiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û wiha got: Dewleta qirker a Tirk dinav çend salên borî de, bi hezaran ton barut û bombeyên qedexekirî bi ser Kurdistanê de barand.

Bi dehan cihên dîrokî wêrankir, sed hezaran darên zeytun û berûyan birîn û talankir.

Bi hezaran dar jî bi rêya bombeyên şewitînê wêrankir.

Tevgera Azadî diyar kir divê sînorek ji bo binpêkirinên jîngehê li ser asta cîhanê were danîn û got:

“Her wiha rê li jenosîda jîngehê ya ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bê girtin.”

Back to top button