Li herêma Firatê çandina sebzeyan dest pê kir

Bi hatina werza buharê re, çotkarên li herêmên dest bi çandina şînatiyên buharê dikin. Çotkarên herêma firatê dest bi çandiniya sebzeyan kirin.

Çandiniya şînatiyên werza buharê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir.

Li Kobanê, Sirîn, Reqa û Minbicê yên herêma Firatê dest bi çandina sebzeyan kirin.

Li navçeya Qenê ya Kobanê çotkarên ku amedehiyên xwe di meha sibatê de kirin, niha dest bi çandiniya sebzeyan kirin.

Li gorî çotkaran anîn ziman ku ew di 15’e sibatê de amedehiya şitlan dikin û di 17 ta 20’e Nîsanê, ew şitil amede dibin ku werin çandin.

Her wiha ew ê di 70 rojî de, bikarin sebzeyên xwe beşkeşî sûkê bikin.

Back to top button