Kongra Star: Divê hikûmeta Iraqê kujerê Zelal Zagros bibîne

Meclisa Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Meclisa Jinan a PYD’ê a Hesekê bi daxuyaniyên cûda êrişa li ser jina têkoşer û pêşeng Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi tundî şermezar kirin û gotin: “Têkiliya vê êrişê yekser bi îstîxbarata dewleta Tirk re heye.
Armanca bingehîn a vê êrişê têkbirina şoreşa jina azad e.
Eger kujer neyê dîtin ev tê wateya ku hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî hevakarên kuştina Zelal in.”

Doh saetên piştî nîvro li dijî şoreşger û pêşenga ji bajarê Hesekê yê ji Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) êrişeke çekdarî pêk hat.

Di encama êrîşê de Zelal Zagros şehîd bû.

Der barê şehîdkirina Zelal Zagros de Meclisa Kongra Star daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de êrişa li ser şehîd Zelal bi tundî şermezar kir û got:

“Heval Zelal 31 salan ji bo gel û jinan têkoşîn dikir û li hember DAIŞ’ê jî şer kir.

Ev êriş bi destê zîhniyeta ku xwe kiriye hembêza dijminê gelê Kurd ê faşîst KDP’ê û dewleta Tirk, hatiye kirin.

Divê hemû jin rabin ser pêyan û xwedî li têkoşera azadiyê Zelal derkevin.

Divê hikûmeta Iraqê kujerê Zelal Zagros bibîne.

Eger kujer neyê dîtin ev tê wateya ku hikumeta Iraqê û hikumeta herêmê jî hevakarê vê reşkujiyênin.”

Meclisa Malbatên Şehîdan: Armanc ji vê êrişê têkbirina şoreşa jina azad e

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Zelal Zagros şermezar kir û got:

“Ev bûyer li bajarê ku YNK’ê di hilbijartinan de serkeftin qezenc kir pêk hat.

Têkiliya vê êrişê yekser bi îstîxbarata dewleta Tirk re heye.

Armanca bingehîn a vê êrişê têkbirina şoreşa jina azad e.

Divê komîteyeke lêpirsîna rastiyan a navneteweyî, serbixwe û yekalî were avakirin ku rastiyên têkildarî kuştina siyasetmedaran eşkere bike.”

Meclisa Jinan a PYD’ê ya Hesekê: Em ê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin

Derbarê heman mijarê de Meclisa Jinan a PYD’ê a Hesekê jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Hêzên serdest ku Tirkiye jî di nav de ye, bi hedefgirtina jinan hewl dide pêşiya belavbûna projeya netewa demokratîk bigrin.

Em weke Meclisa Jinan a(PYD) van êrîşên ku di dema niha de li dijî jinan bi taybet li dijî çalakvanên siyasî pêk tên şermezar dikin.

Em tekez dikin ku em ê li ser şopa şehîdên jin û mîrateya ku li pey xwe hiştine têbikoşin.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku rastiyên veşartî yên doza sûîqesta ku duh li dijî aktîvîstê siyasî Fêrîal Silêman Xalid pêk hat,eşkere bikin

Di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Li Kerkûkê êrişek çekdarî: Çalakvana siyasî Firyal Xalid şehîd bû

Back to top button