Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê salvegera êrîşên dagirkeriya Tirk li ser kantona Efrînê de, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de bang li pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û jinan hat kirin ku li dijî her cûreyên derexlaqî yên dagirkeriya Tirk bi yekîtiya xwe têbikoşin.
Bi boneya salvegera 6’an a êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.
Daxuyaniya TEV-DEM wiha ye: “Li gel bêdengiya civata navneteweyî û bi hevkariya dewletên têkildarî rewşa Sûriyê re beriya 6 salan kantona Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve rastî êrişeke terorîst û hovane hat.
Artêşa Tirk a dagirker gelek êrîşên bejahî û asîmanî pêk anîn û di wan êrişan de gelek komên selefî û çeteyan beşdar bûn.
Bi wê re jî xwezaya Efrînê, erdnîgarî û nirxên wê yên exlaqî bin pê kirin.”
Tevgerê diyar kir ku di dirêjiya van 6 salan de, dewleta Tirk hemû cûreyên dagirkeriyê pêkanîn û pîvanên navneteweyî bin pê kirin û wiha domand:
“Dagirkerî hemû sûc û binpêkirinên xwe yên rojane li dijî nirxên exlaqî yên welatiyan zêde kirin, tund, revandin, destdirêjî, kuştin û revandina jinan dewam dike.
Bi wê yekê hewl dide siyaseta radestkirinê û koçberkirinê li ser vîna gelê me yê li Efrînê ferz bike.”
Tevgerê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewama siyasetên wê yên li Efrîna dagirkirî ye.
Di dawiyê de TEV-DEM’ê bang li pêkhateyên herêmê, hêzên siyasî rêxistinên civaka sivîl û jinan kir û ev tişt got:
“Divê em li dijî sûc û kiryarên dagirkeriya xwedî helwest bin û bi berxedaniya xwe li dijî dagirkeriyê bisekinin û tev tevahî çalakiyên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê bin.”
Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin