Holanada-Li dijî tecrîdê pêngava 100 hezar kart hat destpêkirin

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Amsterdam a Holandayê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Rojbîn pêngava “100 hezar kart” hat destpêkirin.
Her wiha li bajarê Baden ê kantona Aargaûyê yê Swîsreyê jî bi pêşengiya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-CDK û Meclîsa Jinê ya Rojbîn standa agahdarkirinê ji bo azadiya Rêber Apo hate danîn.
Siyasetmedarê Swîsreyî Gerî Muller serdana standa li kantona Aargaûyê kir û ji rêxistinên Kurd xwest ku li hev kom bibin û ji bo çareseriyê têbikoşin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ku Kurdan û dostên wan 10’ê Cotmehê dan destpêkirin, li seranserî cîhanê çalakî didomin.

Di çarçoveya pêngavê de li bajarê Amsterdam a Holandayê bi pêşengiya Komuna Jinê ya Rojbîn pêngava “100 hezar Kart” hat destpêkirin.

Endamên Komuna Jinê ya Rojbîn anîn ziman ku ew ê di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de xebatan bidin meşandin û wiha gotin:

“Di çarçoveya pêngavê de em serdana malen Kurdan û dostên Kurdan dikin.”

Li Swîsreyê standa agahdarkirinê ji bo azadiya Rêber Apo hate danîn

Li bajarê Baden ê kantona Aargaûyê yê Swîsreyê jî bi pêşengiya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd-CDK û Meclîsa Jinê ya Rojbîn standa agahdarkirinê ji bo azadiya Rêber Apo hate danîn.

Siyasetmedar Gerî Muller: Divê rêxistinên Kurd ji bo çareseriyê têbikoşin

Şaredarê berê yê Badenê Gerî Muller serdana standê kir û li wir axaftineke kurt kir.

Gerî Muller diyar kir ku Kurd di doza xwe de mafdar in û got:

“Divê Kurd ti carî baweriya xwe bi dewletên Ewropayê neynîn.

Ez ê her dem piştgiriyê bidim Kurdan.”

Gerî Muller di dawiya axaftina xwe de ji rêxistinên Kurd ên li welatên cuda yên Ewropayê xwest ku li hev kom bibin û ji bo çareseriyê têbikoşin.

Fransa-Li dijî tecrîdê Nobeta Azadiyê di hefteya 603’an de didome

Back to top button