Li seranserî kantona Cizîrê çalakî hatin lidarxistin

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin.
Di şahiyan de, soza domandina fikir û felsefeya Rêber Apo heta misogerkirina azadiya wî hate dayîn.

Li seranserî herêmê ji bo pîrozkirina rojbûna rêberê mirovahiyê Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin.

Xelkê Dirêbêsiyê bi boneya rojê li hev kom bûn û şahiyek lidar xistin.

Li navçeya Til Temirê jî bi beşdariya şêniyên wê û şêniyên navçeya Zirganê şahiyek lidar xistin.

Di şahiyê de, çalakiyên hunerî yên curbecur hatin pêşkêşkirin.

Li Şedadê jî Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji zarokên şehîdan re lidar xist.

Piştî şahiyê jî, dar li parka Kongra Star hatin çandin.

Bi heman boneyê li navçeya Holê jî şahî hat lidarxistin û dar hatin çandin.

Her wiha li navçe û bajarokên Qamişlo jî şahî hatin lidarxistin.

Li Dêrikê endamên saziyên sivîl û Kongra Star baxçeyê Rêber Apo li gundê Bana Qeserê vekirin.

Piştre dar hatin çandin û xelekên govendê hatin gerandin.

Li navçeya Til Hemîsê şahiyek hate lidarxistin û 200 şitlên daran hatin çandin.

 

Back to top button