Meclisa Gelan qanûna şaredarî û yekîtiya şaredariyan erê kir

Piştî erêkirina peymana civakî, di sîsteman xebatên şaredariyê de gelek guhertin hatin kirin.
Li gorî vê yekê, yekîtiya şaredariyan karê xwe birêxistin dike.
Meclisa Demokratîk a Gelan ya Rêverberiya Xweser qanûna şaredarî û Yekitiya Şaredariyan ku ji 62 madeyan pêk tê, erê kir.
Her weha derbar hilbijartinan û rêbazên tevlêbûna wê li Şedadê civînek hate lidarxistin.

Meclisa Demokratîk a Gelan civîna xwe ya 97’an li hola civînan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Reqayê li dar xist.

Di civînê de, endamên serokatiya meclisê û endamên meclisên gelan ên 7 kantonan, endamên meclisên qanûnsaz ên herêman, desteyên rêveberiyên herêmî û jîngehê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amede bûn.

Duh Meclisa Demokratîk a Gelan di civîna xwe de ji 64 madeyên qanûna şaredariyan û yekitiya şaredariyên demokratîk 19 made erê kiribû.

Ji bo temamkirina erêkirina madeyên mayî yên yasaya şaredariyê, civîn îro di roja 2. dewam kir.

Reşnivîsa qanûnan ji 64 madeyan pêk dihat, di encama nîqaşan de wekî 62 made man.

Pîştî nerîn û pêşninyaran, Melcisa Gelan a Demokratîk qanûna şaredariyan ku ji 62 madeyan li ser 11 xalan pêk tê, erê kirin.

Qanûn beşên têkildarî madeyên qanûna yekitiya şaredariyan, pergala diravî ya şaredariyan, budceya şaredariyê, têkiliyên şarearî bi komîn û meclisên xwecih re, rêxistina îdarî ya şaredariyan û erkên berpirsên şaredariyan pêk tê.

Rojeveke serke ya rûniştina îro ya meclisê jî, reşnivîsa qanûna hilbijartinên şaredariyan bû.

Nîqaşên li ser reşnivîsa ku ji 29 madeyan pêk tê, dewam kirin.

Li Şedadê pêvajoya hilbijartinên şaredariyan ji gel re hate şîrovekirin

Li aliyekî din, xebatên şîrovekirina pêvajoya hilbijartinên Şaredariyan ji gel rê dewam dikin.

PYD’ê şaxê Şedadê bi vê armacê civînek ji gel re li dar xist.

Di civînê de, girîngiya hilbijartinan û rêbaza tevlêbûna wê hate şîrovekirin.

Çav li rêye ku li bajar û navçeyên herêmê wek vê civînê bê lidarxistin.

30 Gulanê wê hilbijartinên şaredariyan dest pê bike

Back to top button