Xelkên bajarê Minbicê sersaxî ji malbata herdû endamên Asayîşê Ahmed Ferec û Esaf El-Îsa re xwestin.
Endamên Asayîşê Ahmed Ferec û Esaf El Îsa 4’ê Nîsanê dema erka xwe pêk tanîn şehîd bûbûn.
Xelkên bajarê Minbicê jî, malbata her du cangoriyan bi tenê nehiştin û herikîn bin konê sersaxiyê.
Li wir kesên ku axivîn sersaxî ji malbata her du lehengan re xwestin û soza dewamkirina şopa şehîdan ta pêkanîna xeyalên wan dan.
Mersaîma sersaxiyê dewm e.