Ji Îranê hişyarî: Sefaretxaneyên bilind ên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne

Êrişa Îsralê li dijî balyozxaneya Îranê li Şamê Îranê aciz kir û gef li ser gefan li Îsraîlê tê xwarin
Yahya Rahîm Safevî ku yek ji kesên nêzî Lîderê Olî yê Îranê ye hişyarî kir ku sefaretxaneyên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî got ku Îsraîl amade ye li dijî Îranê rû bi rûyê “her cure senaryoyê” bimîne.

Beriya 6 rojan artêşa Îsraîlê êrişî Balyozxaneya Îranê li Şamê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê şekere kir ku di encamê de, 13 kes ji wan 7 pasdarên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin.

Li Îranê li dijî vê êrişê bertek derketin pêş.

Yahya Rahîm Safevî Şêwirmendên Lîderê Olî Alî Hamaney diyar kir ku tolhildana Îranêya ji Îsraîlê mafekî rewa ye.

Li gorî ajansa nûçeyan Tasnimê, Safevî hişyarî da îsralê û got, “Tu sefaretxaneyên Îsraîlê êdî di ewlehiyê de nînin.”

Derbarê mijarê de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îranê Mûhammed Bagerî jî teqez kir ku êrişa Îsraîlê wê bêbersiv nemîne.

Her wiha Serokê Îranê Alî Hamaney jî detnîşan kir ku ew ê Îsraîlê ji vê êrîşê poşman bikin.

Rayeddarên Îsraîlê: Em hazirin bi Îranê rû bi rûyî bimînin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant jî piştî civîneke ku bi rayedarên payebilind re kirî, daxuyanî da û got ku Îsraîl amade ye li dijî Îranê rû bi rûyê “her cure senaryoyê” bimîne.

Back to top button