Vê êvarê Îsraîlê li dijî avahiya balyozxaneya Îranê ya li Şamê êrişek pêk anî.
Di encamê de, 8 berpirsên payebilind ên Îranî û fermandarê “Hêza Qudis” hatin kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan ya Sûriyê têkildarî êrişê ev agahî parvekir:
“Artêşa Îsraîlê ji Colana Sûriyeyê avahiya balyozxaneya Îranê ya li Şamê hedef girt.
Pergala parastina asîmanî ya Sûriyê hin moşekên Îsraîlê xistin, lê bê encambû.”
Rêxistinê derbarê encamamên destpê yên êrişê de wiha got:
“Avahiya balyozxaneya bi temamî hat rûxandin di encamê de fermandarên payebilind û şêwirmendên Îranê û 5 pasdarên Îranê hatine kuştin.
Di nava wan de jî Mihemed Riza Zahidî fermandarê “Hêza Qudis” li Lubnan û Sûriyeyê hate kuşin ”
Li Laziqiyê 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin
Li aliyê din jî rêxistinê diyarkir ku çeteyên “Fetih El Mubîn” êrişî nuqteyek leşkerên hikûmeta Şamê ya li Nehşeba bakurê Laziqiyê kirin.
Di encama êrişê de, 4 leşkerên Şamê hatin kuştin.