Li Dêra Zorê û Hemayê 3 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di teqîna mayînekê li Dêra Zorê de 2 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin

Navendê diyar kir ku dema endamên Dîfa Wetenî li beyartê Tebnê yê bajarê Meidan Etîq ku kontrola hikûmeta Şamê de ye li rojavayê Dêra Zorê de li kuvarkên kimê digerîn, mayîneke DAIŞ’ ê bi wan ve diteqe.

Di encam de 2 endamên Dîfa Wetenî hatin kuştin.

Her wiha li xeta Derayê jî leşkerên hikûmeta Şamê bûn armanc.

Heman çavkaniyê ragihand hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî li ser rêya bajarokê Koya El Menşiye yê rojavayê Derayê de mayîneke nenasan çandibû teqiya.

Di encamê de leşkerekî hêzên Şamê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gorî malpera 24, erebeya hedefgirtî erebeya xwarinê ya girêdayî nuqteyeke leşkerî li herêmê bû.

Back to top button