9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin bi coş bi dawî bû

Li herêmên Rêveberiya Xweser Jin Wêje û Hûnerê re pêşengtiyê dikin.
Di vê çarçoveyê de 9’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jin li Qamişlo li darket.
Mihrîcana ku rastî eleqeyeke mezin hat bi beşdarbûneke rengîn, girseyeke balkêş û xelatkirina jinan bi dawî bû.

9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jin a ku ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve hate lidarxistin.

Mîhrîcan bi dirûşma “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li bajarê Qamişlo li ser 2 rojan bi rê ve çû.

Bernameya roja duyemîn bi beşdarbûneke baş û girseyeke bimoral dest pê kir.

Jinên ku cihê xwe di Komîteya Nirxandinê ya beşê pêşbirka wêjeyê (helbest, çîrok, gotar) digirtin de ji Sûriyeyê û Kurdistanê (Bakur, Başûr, Rojava) bûn.

Paşê komîteya amadekar spasname diyarî beşdarvanên beşan di mîhrîcanê de kir.

Her wiha kesên di beşê çîrok, helbest û şêwekariyê de bi serketin hatin xelat kirin..

Navenda Şêla cara yekemîne beşdarî Mehrîcanê bû

Her wiha di Mîhrîcanê de beşdarbûnê yekem û taybet jî hebûn.

Yek ji wan Jinên li Navenda Şêla ya Parastina Jin bûn

Navenda Şêla ya Parastina Jin yekemîn car bi berhemên xwe beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bûn.

Ev navend bi peyama “Xwestin koletî me afirand azadî” beşdarî mîhrîcanê bûn.

Navenda Şêla ya Parastina Jin 2015’an ji bo jinên ku ji aliyê zîhniyeta baviksalar tundî li ser wan tê meşandin, hate vekirin.

Jin li vê navendê piştgirî û perwerdeya derûnî, fikrî û pîşeyî dibînin.

Ji Navenda Şêla 7 jinan destkariyên xwe di mîhrîcanê de pêşandan.

Desteya Jinan a Kantona Cizîrê ji berhemê jinên ku cihê xwe di Navenda Şêla ya Parastina Jin de digirin diyarî jinên ku xelat wergirtin kir.

Mîhrîcan piştî xelatkirina beşdarvanan di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Back to top button