Prof. Margo Okazawa-Rey jineke ku di riya jinên Kurd ên şoreşger de têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nas kiriye .
Prof. Margo dibêje projeya konfederalîzma jinan a demokratîk a jinan heyecanê dide wan û got: Têkoşîna jinên kurd îlhamê dide min.
Margo Okazawa-Rey profesora Amerîkayî, perwerdekar, nivîskar û çalakvana edaleta sosyal e.
Ew jî weke gelek jinên cîhanê bi riya xwendina li ser têkoşîna jinên kurd û taybet Ş. Nagîhan Akarsel têkoşîna azadiya jinên kurd nas kiriye .
Prof. Margo li ser konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye, ji ANHA’yê re axivî.
Margo Okazawa-Rey diyar dike bi rêya şehîd Nagihan Akarsel û jinên Kurd ên şoreşger, têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd nas kiriye û dibêje:
“Têkoşîna azadî û serxwebûnê ya Kurdan bi sedan salan e heye.
Ez hêdî hêdî felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û perspektîfa jinên Kurd fêm dikim.
Ji Efxanistan, Mexrib, Tunis, Vîetnam û helbet Filistînê jî em dibînin ku têkoşîna rizgariya jinan gelekî tevlihev e.
Lê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îlhamê dide min.”
Prof.Margo: Projeya konfedralîzma jinan heyecanê dide me
Margo Okazawa-Rey eşekre kir ku ew ji projeya konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê hez dike û qebûl dike û got:
“Sê têgihên têkildarî hev ‘Jin, Jiyan, Azadî’, dema ku min nû bihîst, ez gelekî kelecanî bûm.
Berevajî tevgereke ‘bêalî’, konfederalîzma jinan a demokratîk a cîhanê heycanê dide me.
Ji ber ku nirxên ku çanda jiyanê diafirînin û dikarin bêne sepandin, pê re hevgirtî ye.
Êdî dem ew dem e ku mirov xwedî vîzyoneke wiha ya mezin û wêrek be.”
Prof.Margo: Niha dema avakirina cîhaneke nû ye
Margo Okazawa-Rey dibêje bi jinan re tên cem hev da ku azadiya jinan nîqaş bikin û analîz bikin.
Prof. Margo Okazawa-Rey dibêje :
“Dem dema fikirîna li cîhaneke nû û afirandina wê ye”.
Divê em hêvî bikin û jê girîngtir jî, divê em ji jiyanê hez bikin ku me heta niha qet ew qas jê hez nekiribe.
Dem hatiye em tev bi hev re ji deryayê derbas bibin.”