Dewleta Tirk gundên li Efrîn, Şehba û Minbicê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Şera ya Efrînê bombebaran û topbaran kirin.

Balafireke bê mirov a bi çek a dewketa Tirk a dagirker 2 caran gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir.

Piştî vê dewleta Tirk berê topbarana xwe da gundê Şewarxe yê heman navçeyê.

Lê belê derbarê ziyanên topbaran û bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Dangê êvarê de jî dewleta Tirk piştî hedefgirtina gundewarê Şerayê, gundewarê Şehbayê topbaran kir.

Nûçegihanên me li herêmê ragihandin ku gundê Dêr Qaq û Medûnê yên kantona Şehba û Efrînê hatin topbaran kirin.

Her wiha dagirkeran piştî wê jî gundên Mihsenlî û Uneldadat yê bakûrê Minbicê topbaran kir.

Duh dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dendeniye yê kantona Minbicê topbaran kiribûn.

Back to top button