Li Bremenê li dijî faşîzmê meşeke hat lidarxistin

Li bajarê Bremen ê Almanyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ li dijî gefên faşîst ên di 21’ê Sibatê ya li hemberî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, doh meşek hat lidarxistin.

Girseya meşê li Qada Leibnitzplatzê li hev civiyan, siloganên Em krîmînalîzekirin û zilma siyasî ya li ser Kurdan li Almanyayê şermezar dikin hildan û dest bi meşê kirin.

Di meşê de girtina endamê civaka Kurd Kadrî Saka yê ku di 13’ê Çileyê de hat girtin, hat şermezar kirin û dirûşma “Ji hemû girtiyên siyasî re azadî” hat berz kirin.

Her wiha di meşê de bal hate kişandin li ser piştevaniya enternasyonal.

Meşa li hemberî faşîzmê li ber statsyona navendî a Bremenê bi dawî bû.

Back to top button