4 Herêmên Ukraynayê weke beşên xaka Rûsyayê hatin ragihandin

Doh serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi merasîmekê fermî û biryareke yekalî 4 herêmên Ukraynayê weke beşeke ji xaka welatê xwe ragihand.
Mohrkirina vê peymanê rê li ber nerazîbûnan vekir.
Amerîkayê peymama cezayên nû li dijî Moskoyê da.
Yekîtiya Ewrûpayê jî ragihand ku ew ê ti carî peymana Pûtîn qebûl nekin. 

Herêmên Luhansk, Donetsk, Xîrson û Zaporîjiya di şerê Ukraynayê de ketin bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Piştî demeke dirêj ji şer, bi daxwaza Moskoyê li van herêman referandûma tevlîbûna nava xaka Rûsyayê pêk hat.

Û doh serok-dewlet Vladîmîr Pûtîn ku xwe spart encama van refernadûman, her çar herêmên Ukraynayê weke beşeke ji Rûsyayê ragihand.

Mohrkirina peymanê li Meyda Sor a paytext Moskoyê bi şahiyeke mezin hate pîrozkirin.

Amerîka û Ewrûpa: Em peymanê qebûl nakin

Li nava raya giştî ya cîhanê jî tevlîkirina 4 herêmên Ukraynayê, rê li ber nerazîbûnan vekir.

Amerîkayê bi biryara cezayên nû yên giran bersiv da biryara Pûtîn.

Li gorî biryara nû ya Waşîngtonê, bêtirî hezar kesayet, rêveber û saziyên Rûs para xwe ji cezayên nû digrin.

Amerîkayê wekî din peyam da ku her çi welayê destekê bide peymana Pûtîn wê were cezakirin.

Serokê welat Joe Biden jî biryara Pûtîn weke hîlekarî binav kir û got,

Rûsya şertên Neteweyên Yekbûyî binpêkirin. Divê were zanîn ku sînorên naskirinî yên Ukrayna wê her gavê ji bo Amerîkayê esas bêne girtin.

Her wiha wê alîkariya me ji bi Ukraynayê jî dewam bike.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel (Çarliz Mîşel) jî bi daxuyaniyekê biryara Pûtîn şermezar kir û got;

Qaşo tişa binavê referandûmê hatiye kirin, wê ti carî ji aliyê me ve neyê naskirin.

Ragihandin herêmên Ukrayna weke beşeke ji xaka Rûsyayê dij huqûqî ye û gefa li ser ewlekariyê ye.

Back to top button