Pûtîn 4 herêmên Ukrayna weke beşek ji xaka Rûsyayê ragihand

Piştî 7 mehan ji şerê Ukraynayê, Rûsya tevî nerazîbûnên cîhanê jî a xwe bicih anî.
Serok-dewletê welat Pûtîn ku xwe sipart referandûmên bûne mijara nîqaşan, 4 herêmên Ukrayna weke beşeke ji xaka Rûsyayê ragihand..
Gelo hêzên cîhanî yên tenê bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşan da, wê li hemberî mohrkirina peymanê, gavê çawa bavêjin, ev yek hê ne diyar e.

Luhansk, Donetsk,d Xîrson û Zaparojiya..

Ev çar herêmên li Bakur û Rojhilatê Ukraynayê, di encama destwerdana leşkerî de ketin bin kontrola hêzên Rûsyayê.

Li gel desteka mezin a Amerîka û welatên din ên Rojavayî jî Ukrayba nekarî van herêman rizgar bike.

Û weke siyaseta 2014’an a li hemberî Kirimê, Rûsya niha xwe amade dike ku heman planê ji bo van 4 herêman bicih bîne.

Destpêkê bi awayeke yek-alî referandûm pêk anîn û îdîa kir ku xelkên van 4 herêman dixwazin bibin beşek ji xaka Rûsyayê.

Paşê Kremlîn eşkere niyeta xwe ragihand.

Serok-dewlet Pûtîn, îro li paytex Moskoyê û bi taybet li Koşka Kremlînê, ji bo mohrkirina peymanê, merasîmek birêve bir.

Pûtî encama referandûmên bi goman bi bîr xist û got,

Gelên li 4 herêman eşkere îradeya xwe eşkere kirin û dixwazin bibin beşek ji Federasyona Rûsyayê.

Pûtîn îdîa kir ku biryara wan li gorî qanûnên navneteweyî ne û got,

Êdî gelên li Luhansk û Donetsk heta hetayê welatiyên Rûsyayê ne.

Divê beriya her tiştî rêjîma li Kievê rêzê nîşanî îradeya gealn bide.

Serokê Rûsyayê îdîa kir ku ew ê bi mohrkirina peymanê, aramî û aştiya li herêmê misoger bikin.

Pûtîn di axaftina xwe de hêzên Rojavayî weke berpirsên aloziya li herêmê binav kir û got;

Xewna wan hilweşandina welatê me bû. Xwe li wê yekê ranegirtin ku Rûsya bibe welateke mezin û bihêz.

Gelek ji van welatan bi berdêla parastina berjwendiyên Amerîkayê bûn hevkarê êrişa li dijî Rûsyayê.

Divê ev dewlet baş zanibin ku Rûsya wê ti carî li gorî qanûnên wan ên sexte tevnegere.

Di referandûma Rûsya li Ukrayna pêk anî de dengê “erê” biser ket

Back to top button