Berhem Salih: Ev êrişên Îran û Tirkiyê li dijî Başûr binpêkirina serweriyan welat e

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dibêje êrişên Îran û Tirkiyê li ser başûrê Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Doh Serokkomarê Iraqê Berhem Salih pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê Qasim Eracî kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokkomariya Iraqê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand.

Ofîsê eşkere kir ku her du aliyan derbarê êrişên Îranê yên li ser Başûr ku bûne sedema hejmarek şehîd û birîndaran gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Salih diyar kiriye ku êrişên Îranê metirsîdar in, nayên qebûlkirin û binpêkirina serwerî, ewlehî û aramî welat e.

Her wiha Berhem Salih bal kişandiye li ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî û ev tişt aniye ziman:

“Bombebaranên berdewam ên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin û binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Ji ber wê jî divê rê li wan bê girtin.”

Back to top button