Li herêmê 8’ê Adarê tê pîrozkirin

Li herêmê Çalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî berdewam in.
Li Hesekê, Reqa, Tebqa, Dêrazorê, Minbic û Helebê bi buneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Jinan eşkere kirin ku ew ê li hemberî her cure tundiyê bisekin û ji bo azadaiya xwe têbikoşin.

Li bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên derbarê 8’ê adarê didomin.

Di vê çarçoveyê de, Kongra Star a Amûdê perwerdeya 2 rojan ji mêran re li navenda xwe da destêkirin.

Di perwerdeyê de, mijarên wekî zayendperestî û hevjiyana azad dê werin dayîn.

Li navçeya Til Hemîsê jî Kongra Star li hola PYD’ dewreyeke perwerdeyê ji mêran re li dar xist.

Li bajarê Hesekê Meclisa Jin ya PYD’ê panelek bi dirûşma “Em ê bi hev re roja 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê” li dar xist.

Li Eyn Îsa panelek li ser tekoşîna Jin û destkeftiyên ku bidestxistine hate dayîn.

Nivîsgeha Jin a PYD’ê panel rêve bir.

Bi heman buneyê li Reqayê jî meşek hate lidar xistin.

Jinên li Reqa, Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinên cîhanê pîroz kirin.

Jinan eşkere kirin ku ew ê li hemberî her tiştî bisekin û ji bo azadaiya xwe têbikoşin.

Xelkên kantona Tebqayê jî bi boneya 8’ê Adarê li qadan bûn.

Piştî ku meş rawestiya, daxuyaniyek hate xwendin û wiha hate gotin:

“Hîna siyasetên qirkirin, kuştin û tundiya plankirî ya li ser jinan ji aliyê desthilata baviksalar ve tê kirin.

Armanc ew e ku têkoşîna jinan têk bibin.”

Li kantona Dêrazorê jî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Zenûbiya meşek hat lidarxist.

Jinên Dêrazorê teqezkirin ku wê li hemberî hemû cûryên zilm û tundiyê têbikoşin û banga yekitî û berxwedanê li jinên cîhanê hate kirin.

LI Minbicê jî meş hebû.

Jinên li Minbicê diyar kirin ku li herêmê jin di hemû qadan bi roleke girîng rabûn, lewma ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên armanckirin.

Bi heman buneyê Nivîsgeha Jin a MSD’ê panelek li Hola civînan a li taxa Şêxmesûd ya Helebê li dar xist.

Li vir jî hate diyarkirin ku divê jinên Sûriyê bibin aktorek sereke di gihandina pêşketina domdar di pêşerojê de.

Hemû mafên xwe bi destûrî û yasayî bidest bixin, da ku rola xwe ya rêveberiyê di cihên biryardanê de bigirin.

Back to top button