PAJK: Divê jin hemû biherikin qadên 8 ‘ê Adarê!

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir û bang li hemû jinan kir ku her rojê bi îsyana 8’ê Adarê pêşwazî bikin û biherikin qadên 8’ê Adarê.

Kordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek weşand.

Koordînasyona PAJK’ê di şexsê Clara Zetkîn, Rosa Luxemburg û Sakîne Cansiz, Şîrîn Elemholî, Şîlan Kobanê de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr anî û got:

“Pergala serdest a zilam, bi hişmendiya zayendperest a kûr bûyî û bi desthilatiya xwe ya xeter li hember jin û civakê şerê herî mezin dimeşîne.

Tiştên ku li Kurdistan, Filîstîn, Efxanîstan, Îran, Tirkiye, Iraq, Suriyê, Ûkrayna, Ermenîstan, di erdnîgariya me û cîhanê de tên jiyîn, di astek tirsnak de ye. Li dijî şerê ji nû de dîzaynkirina pergala kapîtalîst û parvekirina emperyalîst a 3’yemîn, pêkanîna paradîgmaya çareseriyê, sekna me ya stratejîk û bernameya me ya têkoşînê ye.”

PAJK: Yekane hêza ku pergala cîhanê biguherîne jin in

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku yekane hêza ku pergala cîhanê biguherîne jinin û got:

“Ji bo rizgariya zayenda jinê, pergalek nû a cîhanê pêwîste. Yekane hêza ku pergala cîhanê biguherîne, jin in. Ev dema ku em tê de ne, serdema şoreşa jinê ye. Îşaret bi zayîna serdema azadiya jinê dike. Şert û merc didin xuyakirin ku, şoreşa jinê pêkan e.”

JK: Serxistina hemleya ji Rêber Apo re azadî, banga me ya 8’ê Adarê ye

PAJK’ê diyar kir ku serxistina hemleya ji Rêber Apo re azadî, banga wan ya 8’ê adarê ye û got:

“Pêwîste hemû jin beşdarî hemleya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ bibin û beşên ku heya niha beşdar bûne jî bi awayek radîkal hemleyê bilind bikin, ev banga me ya 8’ê Adarê ye.”

PAJK: Em her roj bi îsyana 8’ê Adarê pêşwazî bikin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) herî dawî bang kir û got:

“Em diyar dikin ku em li gel jinên Filîstînî, li gel jinên ku li Efxanîstanê li dijî Talîban, li Îranê li dijî rejîma şerîatê, li Tirkiyê li dijî rejîma faşîst a Erdoxan berxwe didin, li dijî desthilatên Ereb yê dij-demokratîk û zextker têkoşîna demokrasiyê didin in.”

Em carek din bang dikin ku hemû jin her rojê bi îsyana 8’ê Adar’ê pêşwazî bikin, biherikin qadên 8’ê Adar ê.”

Back to top button