Li Îranê encama boykotê..Rêjeya beşdariyê ji sedî 41

Di hilbijartênên Îranê de boykot encam girt tevî ku rejîma 3 carn dema karanîna deng dirêj kir jî rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ji sedî 41’î derbas nekir.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku banga boykotkirina hilbijartinê kiribû têkildarî encamê hilbjartinê de got: “Ev ji bo rejîmê têkçûn e û ji bo azadîxwazan mizgînî ye. Ev destana ku di destpêka biharê de hate tomarkirin, nîşaneya geşbûn û şînbûna sala li pêşiya me ye.”

Duh li Îranê Hilbijartina Encumena Şûraya Îslamî û Encûmena Şarezayan hate lidarxistin ku ji hêla gelek rêxistin û partiyan ve hate boykotkirin.

Li gor agahiyên ragihandina Îranê rêjeya beşdarbûna hilbijaritnan ji sedî 41 bûye.

Beşdarbûn ji ber ku ewqas kêmbû saziya hilbijartinê ya Îranê 3 caran dema karanîna deng dirêj kir û dengdayîn heta 12’ê şevê domiya.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku banga boykotkirina hilbijartinê kiribû têkildarî hilbijartin û encamên boykotkirina hilbijartinê daxuyaniyek da.

“Li Îranê şanoya hilbijartinê encam negirt”

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye:

“Li Îranê şanoya hilbijartinê hate lîstin û gelên Îranê sîstema ku ji bilî zehmetî, êş û tengasiyan tiştekî din bi xwe re neaniye boykot kirin.

Hejmareke kêm çûn ser sindoqan dengê xwe bi kar anîn û ligel vê jî nekarîbûn tu bandorekê li ser rewşa boykotê bikin.

Sîstemê hewl da bi tedbîrên nû rewabûna xwe nîşan bide, lê belê gel bi boykotkirina hilbijartinan bersiv da rejîmê.

PJAK: Gelan bi boykotê ji komara Îslamî re gotin na

PJAK’ê destnîşankir ku gelên Îranê bi rêya boykotkirinê helwesta xwe nîşanda û got:

“Kêmbûna rêjeya vê beşê di hilbijartina vê dawiyê de hate dîtin.

Çawa ku rejîmê bi xwe jî di propagandaya xwe de digot ku ev hilbijartin referandûm e, gelên ku di serhildan û şoreşa “jin, jiyan, azadî”de li dijî rejîmê derketibûn di vê referandûmê de ji Komara Îslamî re got “na”.

Ev hilbijartina şanoyî bû derfetek ku gel careke din daxwazên xwe yên rewa bi awayekî bîne ziman”

PJAK: Boykot nîşaneya bihara gelan e

Di dawî de PJAK’ê dibêje ev tûçûnê rejîma Îranê ji bo eniya azadîxwaziyê jî wek mizgîniya destpêka bihara îsal e, nîşaneya geşbûn û gihiştina bihara gelan e.

Hilbijartina li Îranê: Rêjeya tevlîbûnê gelek kêm bû

Back to top button