Kongreya 2’yemîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû

Kongreya 2’yemîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de hat diyar kirin ku divê ciwan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza Kurd de bi rola pêşeng rabin.

Bi durişma ‘Bi vîn, îsrara me em ciwanan bi rêxistin dikin, welat azad bikin û Sûriyeke pêşerojê ava bikin’ kongreya 2’yemîn a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Reqayê bi beşdariya endamên meclisê, hat lidarxistin.

Di kongireya ciwanan de li ser rola ciwanan di nava şoreşê de hat nîqaşkirin.

Di heman demê de beşdarvanên kongreyê axivîn û diyar kirin ku divê ciwan hîn zêdetir xebat bidin meşandin.

Dûre rewşa rêxistinî, rêziknameya hundirîn û çalakiyên partî beşdar bûne hatin xwendin.

Dîwan û beşdaran li ser nîqaş kir û dûre deriyê hilbijartina serokatiya meclisê hat vekirin.

Kongre bi encamnameyan bi dawî bû û hin qalên encamnameyê wiha ye:

“Divê em pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya doza Kurdî de bi rola pêşeng rabin.

Em dosyaya şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Ferhad Remedan bişopînin û banga rakirina wê dozê ji dadgehên navneteweyî re bikin.

Divê şer raweste, aştî li Sûriyeyê misoger be, girtî werin berdan, çarenûsa windayan were aşkerakirin û xebat li ser vegerandina koçberan were kirin.

Meclisên ciwanan li tevahî herêm, navçe û komîteyan ji nû ve were sazûmankirin.

Girîngî li ser diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bê dayîn û divê girîngî li ser avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî bê dayîn.

Tevahî dagirkeriyên li Sûriyeyê bên bidawîkirin, bi taybet dagirkeriya Tirk.

Di dawiyê de meclisa giştî ji 50 endamî hat hilbijartin,

Ehmed El Cimêlî bû berdevkê meclisa ciwanan,

Ezab Cirêcib jî bû cîgira berdevkê meclisa ciwanan.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 2. lidar dixe

Back to top button