Îsraîlê şerîeya Rojava weke xaka Îsraîl ragihand

Hikumeta rastgir ya bi serkêşiya Netanyahu Şerîeya Rojava weke xaka Îsraîlê dibîne.
Hikumetê parastina wargehên cihûyan bû xwe weke xala sereke ragihand.

Hikumeta nû ya Îsraîlê bi hatina ser deshilatdariyê re, polîtîkaya xwe ya li welat careke din diyar kir.

Hikumeta rastgir Şerîeya Rojava weke xaka Îsraîlê ragihand.

Hikûmeta rastgir ku tê payîn sibe bi serokatiya Benjamin Netanyahu sond bixwe, ragihand ku parastina wargehên Cihûyan ên li Şerîeya Rojava wê di rêza pêşîn de cih bigirin.

Di nexşerêya polîtîkayên hikûmeta nû ya ku ji aliyê partiya Likud a Netanyahu ve hatiye weşandin de, wiha hat gotin:

Armanca me ya sereke xaka Îsraîlê mezin bikin û pêşve bibin.

Herêmên Celîl, Negev, Girên Golan û Navê Şerîeya Rojava weke xaka Îsraîlê hatin hesibandin.

Cihên cihûyan ên li Şerîeya Rojava ya di bin kontrola Îsraîlê de ji aliyê civaka navneteweyî ve neqanûnî tên dîtin.

Siyaseta hikûmetên Îsraîlê ya berfirehkirina wargehên cihûyan li herêma ku navenda Rêveberiya Xweser a Filistînê lê ye, yek ji wan mijaran bû ku pêvajoya aştiyê asteng kir.

Metirsî heye ku piştî peymana Netanyahu ya bi partiyên rastgirên tund yên Îsraîlê re wê aloziya li Şerîa ya Rojava zêdetir bibe.

Netanyahu ji 2009 heta 2021’an li welat serokwezîr bû.

Tevî dozên gendelî û bertîl xwarinên jî Netenyahu di hilbijartina dawiyê de jî dengên herî zêde bidest xist.

Netanyahu sûcdariyên derbarê wî de jî weke “nêçîra sêrbazan” a siyasî binav dike.

Back to top button