KCK: Ji ber HDP xeta rasteqîn a jiyana azad e, rastî êrîşan tê

Der barê darbeya siyasî ya li dijî vîna gel, KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn êrîşî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike. KCK got: Divê gelê me her kolan her tax û hemû qadên civakî bikin qadên berxwedanê û dakevin kolanan.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK‘ê got:

Ji ber HDP weke hêzeke demokratîk a rasteqîn û xwedî li jiyana azad û demokrasî ya gelê Kurd derdikeve, êrîşên mezin li ser tê kirin.

HDP ji bo azadiya hemû beşên civakê têkoşînê dide.

KCK: Divê hemû beşên civakê tevlî têkoşînê bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne.

Ji ber vê, li dijî vê desthilatê, di qada qanûnî de wê tenê têkoşîn ne têrker be.

Divê her kolan her tax û hemû qadên civakî bibe qadeke berxwedanê.

Ji bo wê, gelê Kurd çawa ji bo hebûna xwe duh, îro û sibe jî divê li ber xwe bide.

Ji ber eger li ber xwe nede, wê tune bibe. Ji lew re ‘Berxwedan Jiyan e’ bûye felsefeya jiyan û têkoşîna gelê Kurd.

KCK: Li dijî faşîzmê, serkeftin bi tifaqan gengaz e

KCK’ê her wiha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bal kişand ser tifaqan û destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî desthilata faşîst de, serketin bi tifaqan gengaz e.

Divê HDP li dijî faşîzmê him li Kurdistanê him jî li Tirkiyê tifaqê xwe mezin bike û li ser vê bingehê, têkoşîna xwe xurt bike.

 KCK: Divê gelê me dakeve qadan û dawî li faşîzmê bîne

KCK‘ê got:

“Dewleta Tirk a faşîst û qirker, ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn êrîşî gelê me û hêzên demokrasiyê dike.

Dema gel rabû ser piyan, dema bi rêveberiya xweser li ber faşîzmê rabû, ti hêzeke faşîst wê nikaribe xwe li ber bigire”.

Li ser vî bingehî, KCK bang li gelê xwe û hemû gelan kir ku li dijî faşîzmê rabin û têkoşînê xurt bikin, Kurdistaneke Azad, Tirkiyek Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk ava bikin.”

Back to top button