Hêzen girêdayî PDK’ê li Dihokê avêtin ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî û ew binçavkirin.
Li gorî agahiyan hêzen girêdayî PDK’ê li Dihokê avêtin ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî û wî binçavkirin.
Derbarê sedema binçavkirin û aqûbeta Beroşkî de heta niha ti agahî nehatine belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinêye ku di 19’ê Tebaxa sala 2020’an de jî di dema xwepêşandana mamostayan a li dijî nedana muçe de, Umêd Beroşkî hatibû girtin.
Rojnamevan Umêd Beroşkî piştî salekî di girtîgehê de ma, di 22’yê Sibata 2022’yan de hatibû berdan.