Aldar Xelîl: Diyalogên Sûrî-Sûrî dikare dawiyê li dagirkeriyê bîne

Aldar Xelîl got, Tirkiyê hewl didin herêmên din ji xaka Sûriyê dagir bike û destnîşan kir ku diyalogên Sûrî-Sûrî dikare dawiyê li dagirkeriyê bîne.

Meclisa Gel a navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo şîrovekirina rewşa siyasî li Sûriyê û komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan civînek li dar xist.

Di civînê de, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl li ser rewşa dawî ya Sûriyê axivî.

Aldar Xelîl anî ziman ku Erdogan di civîna Konseya Ewlehiyê de li pêşber hemû serokên cîhanê nexşeya xwe diyar kir, bêyî ku kesek dengê xwe derxîne.

Aldar Xelîl, diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide deverên nû ji xaka Sûriyê parçe û got:

Danûstandinên ku di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de çêbibin wê rê li pêşiya nakokî û şerê navxweyî bigire û dagirkeriya Tirk bi dawî bike.

Back to top button