Hindistanê xwepêşandanên cotkaran

Xwepêşandanên cotkaran li seranserî cîhanê derdikeve pêş.
Mîna li welatên Almanya, Fransa, Belçîka, Yunanîstanê cotkaran bi mehan xwepêşandanan didomînin.
Her wiha li Hindistanê jî dîsa bi heman mijarê cotkar polîtîkayên hikumetê şermezar dikin û derdikevin kolanan.
Xwepêşandanên dawî li Hindistanê de ji ber êrîşên polîsan cotkarek jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistanê xwepêşandanên cotkaran didome.

Cotkarên ku daxwazên wan ji hêla hikumetê ve pêk nayên ji 13’ê Sibatê ve xwepêşandan lidar dixin.

Li gotî nûçeya Hindustan Times li nêzî sînora eyaleta Haryanayê di navbera cotkar û polîsan de pevçûn derket.

Di navbera polîs û cotkaran pevçûn derket

Cotkaran ragihandin rêya ku diçe paytext Delhiya Nû astengiyan rakin.

Piştî helwestên cotkaran êrîşên polîsan pêk hat.

Cotkaran bi keviran bersiv dan êrîşên polîsan û çend polîs birîndar kirin.

Di pevçûnê de cotkarek mir

Serokwezîrê eyaleta Punjabê Bahwant Man derbarê êrîşên polîsan de daxuyaniyek da.

Bahwant Man diyar kir ku cotkarek 24 salî ji hêla polîsên Haryana ve hatiye kuştin û ji bo vê lêpirsinek berfireh dest pê bikin.

Xwepêşandanên cotkaran a salên borî

Di sala 2021’an de xwepêşandanên cotkaran li seranserî welêt belav bibû.

Hikûmetê, ku 3 rêziknameyên ku serbestberdana sektora çandiniyê anî û di Îlona 2020’an de polîtîkayên kirînê bi dawî kir.

Hikumetê destnîşan kiribû ku qanûnên nû dê bi razemeniyên taybet re mezinbûna çandiniyê teşwîq bike bi dayîna azadiya cotkaran ku hilberên xwe bazarê bikin.

Ji aliyê din ve cotkaran li deverên cuda yên welêt, bi taybetî li Delhiya Nû xwepêşandanên mezin bi rêxistin kirin.

Bi îdiaya ku ev ê dahata wan kêm bike, bêtir desthilatiyê bide şîrketên navbeynkar û di dawiyê de wan bê erd bihêle.

Piştî xwepêşandanên bi mehan ku di encamê de windahiyên canî çêbûn, Serokwezîr Narendra Modi biryar da ku van qanûnan betal bike.

Cotkaran di 13’ê Sibatê de dest bi organîzekirina xwepêşandanan kirin, bi hinceta ku hikûmetê sozên xwe bi cih neanîne.

Cotkarên Spanyolî polîtîkayên hikumeta Spanî şermezar kirin

Back to top button