Li Komara Demokratîk a Kongoyê êrîş pêk hat

Li eyaleta Kîvû ya li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê di 2 êrîşên çekdarî yên cuda yên ji aliyê çekdaran ve hatin lidarxistin de 24 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de cih girtin, endamên koma çekdar a bi navê Hêzên Hevbendiya Demokratîk (ADF) li herêmên Mambasa û Benî yên Bakurê Kivûyê êrîşeke çekdarî pêk anîn.

Di êrîşa ku gelek mal hatin talankirin de li Mambasa 13 û li Benî jî 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşên çekdarî de 24 sivîl hatin kuştin

Hêzên Hevbendiya Demokratîk, ku ji dawiya salên 1990’an vir ve li Uganda û Komara Demokratîk a Kongoyê dest bi xebatê kir,

bi kombûna endamên berê yên tevgerên wekî Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Uganda, Artêşa Rizgariya Misilman a Uganda û Tablighi Jamaat hate damezrandin.

Hate diyarkirin ku ji sala 2014’an û vir ve di êrîşên Hêzên Hevbendiya Demokratîk de bi hezaran sivîl mirine û bi sed hezaran kes jî koçber bûne.

Back to top button