Şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jinên Nepalî re hatin cem hev û derbarê şoreşa jinan a Rojava de agahî dan.
Jinên Nepalî bi heyraniya xwe ya ji bo berxwedana jinên Kurd anîn ziman û xwestin agahiyên berfireh derbarê fikrên Rêber Abdullah Ocalan û tevgera jinên kurd bi wan re bê parvekirin.
Jinên Nepalî got:”Doza Kurdistanê doza azadî û demokrasiyê ye. Em hemû piştgiriya we dikin.”
Li paytexta Nepal Katmanduyê endamên Akademiya Jineolojî û Kongreya Star, 5 parlamenterên jin ên Nepalî, akademîsyen, serok û endamên rêveberiya Komîteya Wêdetirî Pekînê li navenda komîteyê li hev civiyan.
Parlamenterên jin, akademîsyen û endamên rêveberiya Komîteya Wêdetirî Pekînê piştî ku xwe dan nasîn, pirsên xwe li ser rewşa Kurdistanê û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Di civînê de berdevka Karên Derve ya Kongra Star Rûxoş Şêxo behsa dîroka şoreşa Kurdistanê, modela Rêveberiya Xweser û rola jinan di pêşengtiya şoreşê de kir.
Rûxoş Şêxo her wiha derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê de got:
“Dewleta Tirk bi balafiran Rojava û Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Jinên pêşeng dike armanc.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî jî li ser jineolojiyê axivî û got:
“Jineolojî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo nêrîneke nû ya dîrok û civakê û vegerandina zanistê li herikîna wê ya rast e.
Lêkolînkirina pirsgirêkên kûr ên civakê, pergalê ye û rêbaza alternatîf çareseriya qeyranên îro ne.”
Parlamenterên jin ên Nepalê kêfxweşiya xwe ji bo hatina jinên Kurd nîşan dan û hêvî kirin ku jinên Kurd û Nepalî bi hev re bixebitin.
Jinên Nepalî: Em ê tecrîda li ser Ocalan têxin rojevê
Jinên Nepalî daxwaza xwe ya ji bo avakirina toreke hevpar ya jinên Kurd û Nepalî wiha anîn ziman:
“Em ê di gelek komîsyonên meclîsê de bi jinan re hevdîtinê pêk bînin û mijara êrîşên li ser Rojava û tecrîda ser Ocalan têxin rojevê.
Em ê li dijî bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin.”
Parlamenterên jin xwestin ku agahiyên berfirehtir derbarê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Jinên Kurd de bi wan re bên parvekirin.
Jineke perlemanter got, “Doza Kurdistanê doza azadî û demokrasiyê ye. Em hemû piştgiriya we dikin.”