Paolo Ferrero: Tiştên ku niha li Rêber Apo tê kirin tecrîdeke bê hiqûqî ye

Li Îmraliyê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan sala xwe ya 25’an temam kir, ev nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin.
Têkildarê vê yekê jî Wezîrê berê yê Îtalyayê Paolo Ferrero diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke bê hiqûqî ye û got: “Sedema vê tecrîdê pir zelale,dewleta Tirk dixwaze fikrên Rêber Apo ji holê rake.”

Ev 25 sal in ku rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye .

Mafên Rêber Abdullah Ocalan ê hevdîtina bi parêzer û malbata wî re tên astengkirin.

Li dijî van hemû bêhiqûqiyan, pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ku di 10’ê Cotmehê de hat destpêkirin, roj bi roj bi piştgiriyeke xurt li cîhanê mezin dibe.

Di derbarê tecrîda giran ya li ser Rêber Apo de Siyasetmedarê Îtalyayê û Wezîrê Piştevaniya Civakî yê berê Paolo Ferrero axivî.

Wezîrê berê Paolo Ferrero diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê weke bê hiqûqî tê binav kirin û wiha got:

“Ez difikirim ku sedema tecrîdê pir zelal e. Abdullah Ocalan ramanwer, rewşenbîr, şoreşger û fîlozofekî Kurd ê pêşeng e.

Dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze fikrên Abdullah Ocalan ji asteng bike.”

Her wiha Wezîr Ferrero wiha axaftina xwe domand:

“Ji bo Abdullah Ocalan nikaribe serbest tevbigere yan jî bifikire van pêkanînan li ser ferz dikin.

Armanca dewleta Tirk bi eşkere ji holê rakirina fikrên Abdullah Ocalan e.”

“Azadiya Rêber Apo di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî girîngiyeke sereke ye”

Paolo Ferrero anî ziman ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî girîngiyeke sereke ye û got:

“Azadiya Abdullah Ocalan wê deriyê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd veke.

Abdullah Ocalan aktorê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd e, ev rewşek pir zelal e.

ew ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya siyasî û aştiyane pêşniyar dike.

Ji bo çareseriya pirsgirêkeke wiha azadiya Abdullah Ocalan wê bibe gava yekemîn.

Li ser vê bingehê azadiya Abdullah Ocalan ne tenê ferdî, pirsgirêkek civakî ye.”

Pisporên Misirî: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li dijî qanûna ye

Back to top button