Çiro Şiwanî: Dagirker nikarin rêgiriyê li Fikirê Rêber Ocalan bikin

Li başûrê Kurdistanê endama Hevserokatiya Tevgera Azadî Çiro Şiwanî, nivîskar Heval Kiwêstanî û Endamên Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê derbarê komployê de axivîn û gotin: “Fikirê Ocalan yekîtiya netewî dide avakirin ji ber wê komplo li dijî wî pêk anîn.
Dagirker bi tu awayî nikarin rêgiriyê li fikirê Rêber Ocalan bikin.
Sîstema konfederalîzma demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkên li herêmê ye.”

Dewletên hegemon di 15’ê Sibata 1999’an komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk anîn.

Endama Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Çiro Şiwanî derbarê Komployê de axivî.

Çiro Şiwanî diyar kir ku dewletên xwe dispêrin pergala modernîteya kapîtalîst ev komplo pêk anîn û got:

“Ji ber ku hebûna Rêber Apo li hemberî armancên pergala ku dixwaze desthilatdariya xwe li ser cîhanê ferz bike weke asteng û metirsî bû, komplo li dijî wî pêk anîn.

Rêber Apo dixwaze hemû gel bi hev re li herêmê di nava aştiyê de bijîn.

Îro em dibînin ku sîstema konfederalîzma demokratîk li Rojava û Şengalê tê meşandin.

Ji hemû cîhanê re hatiye îspatkirin ku sîstema konfederalîzma demokratîk çareseriya hemû pirsgirêk û krîzên li herêmê ye.

Dagirker bi tu awayî nikarin rêgiriyê li fikir, felsefe û bîrdoziya azadiyê ya Rêber Ocalan bikin.”

Heval Kiwêstanî: Fikirê Ocalan yekîtiya netewî dide avakirin

Her wiha nivîskar Heval Kiwêstanî jî derbarê komployê de axivî û got:

“Fikirê Ocalan yekîtiya netewî dide avakirin ji ber wê komplo li dijî wî pêk anîn.

Dagirker bi rêya desthilata Başûrê Kurdistanê, hebûna nîştimanî ya gelê Başûr kêmkirine.

Hêzên dagirker wisa kirine ku hêzên Kurdî nebin xwedî bernameyek nîştimanî û xelk bi rêveberiya xwe kêfxweş nebin.

Dijmin dixwaze ezmûna baş xirab bikin û xelk xwezî li desthilata berê ya Iraqê bînin.”

Endamên Nûnertiya HDP’ê: Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê têkoşîn were mezinkitirin

Endamên Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê jî derbarê heman mijarê de axivîn.

Aydin Ehmed diyar kir ku komplo bi armanca têkbirina îradeya Gelê Kurd pêkhat û got:

“Rêber Ocalan li beramberî dagirkeriya li ser her çar aliyên Kurdistanê têkoşiya.

Fikir û felsfeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bûye.

Ji bo dawî li tecrîdê were, divê têkoşîn were mezinkitirin.”

Sadiq Adil jî anî ziman ku armanca kompoyê dûrxistina Gelê Kurd ji fikirê Rêber Apo bû lê negihiştin armancên xwe.

Back to top button