121 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 121 rojin ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Ajansa Rojnewsê îro careke din têkîldarî edîtorê xwe got: “Kiryarên asayîşa PDK’ê li dijî qanûna mafê rojnamevantiyê ye.”

Edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed 121 rojin ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.

Ajansa Rojnewsê îro careke din têkîldarî edîtorê xwe daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Rojnews: Kiryarên PDK’ê li dijî qanûna mafê rojnamevantiyê ye

Rojnewsê, kiryarên PDK’ê yên li dijî rojnamegerê xwe şermezar kir û banga serbestberdana wî kir.

Rojnewsê diyar kir ku kiryarên asayîşa PDK’ê li dijî qanûna mafê rojnamevantiyê ye.

Ji xwe di van demên dawiyê de li başûrê Kurdistanê revandina rojnamevana gelekî pêş ketiye.

Gelek caran hêzên PDK’ê rojnamevana direvîne û yan jî gef li wan dixwe.

Ev 120 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button