Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclisa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi boneya pîrozkirina 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hat lidarxistin.
Bi tevlîbûna hemû sazî û xelkê wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin bername destpê kir.
Piştre Endama Rêveberiya Koordînasyona Meclisa Îştar Sultan Yildiztan rojbûna Rêber Apo pîroz kir û dayika Uveyîş bibîr anî û got:
“Beriya her tiştî em Dayika Uveyîş bibîr tînin û bejna xwe li ber wê ditewînin.
Ji ber ku dayikek wek Dayika Uveyîş çirûskek ji bo me gelê Kurd û gelê bindest, anî dinyayê.
Eger îro em dijîn û dikarin xwe bînin ziman, ev bi saya Dayika Uveyîş’e.
Em roja 4’ê Nîsanê destpêkê li Rêberê xwe, gerîlayên serê çiyan, berxwedanvanên li zindanan û hemû gelê welatparêz pîroz dikin.”
Piştî axaftinê, pasteya ku ji bo rojbûna Rêber Apo hatibû amadekirin ji aliyê malbatên şehîdan ve bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’hat birîn.