Jinên Efrînê: Rojbûna Rêber Apo ji bo me hêvî ye

Jinên Efrînê destnîşan kirin ku Rêber Apo zindana Îmralî kiriye dibistana fikrê azad û gotin:”Rojbûna Rêber Apo roja dawîbûna zilmê ye.”

Rîhan Elo anî ziman ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo ew ji zilmê rizgar bûn û got:

“Bi saya Rêber Apo jin bûn xwedî doz.

Ev serkeftin hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Me bi fikir û felsefeya Rêber Apo zihiniyeta paşverû têk bir.

Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojek û hêviyek nû bû.”

Her wiha Emîne Muse jî rojbûna Rêber Apo li hemû gelan pîroz kir û got:

“Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojeke nû ye û roja dawîbûna zilmê ye.”

Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye, lê ew azad e.

Rêber Apo zindana Îmralî kiriye dibistana fikrê azad.”

Emîne bang li rêxistinên mirovî kir ku tecrîda giran a li ser Rêber Apo bê rakirin û wiha anî ziman:

“Em ê li dora Rêberê xwe xeleke ji êgir çêkin.

Em ê têbikoşin heya Rêberê me bi fizîkî azad bibe.”

Meclisa Îştar a Mexmûrê rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Back to top button